Di çarçoveya xebatên berdewam ên ji bo baştirkirina rewşa tendrustiyê li herêmê, Rêveberiya Xweser li Cizîrê bi riya Rêveberiya Tendrustiyê, piştgiriya pêşxistina binesaziyê û berfirehkirina xizmetên bijîşkî ji gelan re dike.
Ev yek tê bi riya vekirina hejmareke ji nexweşxane û tîmargehên nû, ji bilî nûjenkirina navendên heyî, bi armanca dabînkirina lênerîna tendrustiyê ya giştî ji bo hemû niştecihên Kantonê
Di vê çarçoveyê de Desteya Tendrustiyê civîneke berfereh lidar xist ku tê de komîteyên Çavdêrî û şopandinê amade bûn ji bilî danîna ofîsên li navendên tendrustiyê yên cuda li navçeyê.
Civînê vekolîna çend mijarên girîng kir, bi taybetî pêdaçûnek li ser yasaya herî dawî ya kozmetîkê û serrastkirinên girêdayî wê, derbarê standardên pîşeyî û rêkûpêkî yên ku ji hêla navend û nexweşxaneyên ku bi vî rengî pêşkêş dikin, hatine pejirandin.
Di civînê de her wiha kêşe û kêmasiyên di sîstema tenduristiyê de hatin giftûgokirin, bi taybetî yên têkildarî lîsansên kar navendên taybet û xebatkarên tendrustiyê. Beşdaran riyên derbaskirina van astengan ji bo dabînkirina ewlehiya nexweş û pêşîgirtina li binpêkirinên pîşeyî giftûgokirin.