Şaredariya gel li bajar û bajarokên Kantona Cizîrê xebatên xizmetiyê bi armanca dabînkirina pêdiviyên gel pêk anîn
Li Qamişlo Ofîsa Veguhestinê gerên xwe yên navxweyî pêk tînin ji bo çavdêrîkirina ajokeran û dabînkirina xizmeteke bi rêk û pêk.
Di demê dawî de gelek yasa hatin tomarkirin û ji ajokaran tê xwestin ku amojgara (talîmatan) bişopînin
û rê li himber gel vekirin ku bi riya rûpela fermî ya ofîsê gilî û têpîniyên xwe bişînin.
Di çarçoveya plana 2025’an de Ofîsa Hunerî projeyan rê de xebatê xwe didomîne kampaneya paqijiyê ji bo amadekirina qîrê pêk tîne li hin kolanên sereke bi armanc kalîteya rê baştir bike, çûn û hatina trafîkê hêsantir bike û ewlehiya gel misoger bike.
Li Tirbe Spiyê Rêveberiya Avê çend karên paqijkirinê li ser xetên avê li taxên El_Cîhad, El_Sewra, El_Colan û ji bilî wan parastina hejmareke ji bîran û ji bo şopandina avê geran pêk tîne.
Lê li Dêrikê niqokiriya bîra duyemîn ku avê dide taxa Rojava û bazarê, hate guhertin di çarçoveya gavên ji bo çareserkirina kêmbûnê di werzê havînê de ji ber ziwabûnê.