Di cîbicîkirina rêwerzên Komîteya Çandinî û Çavkaniyên samana giyanweran li Kantona Cizîrê de, Dezgehên Parastina Riwekan a Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê serdanên xwe yên meydanî li dermanxaneyên çandiniyê yên li seranserê kantonê didomînin, bi armanca şopandina rewşa dermanên çandiniyê û dabînkirina ewlehî û kalîteya wan.
Van geryan balê dikişînin ser tespîtkirina dermanên qedexekirî an demdirêj û pêşîgirtina li gera wan, ji bilî verastkirina karîgerî û kalîteya dermanên berdest ji bo misogerkirina parastina zeviyên çandiniyê û parastina hilberên çandiniyê yên saxlem û bê nexweşî.
Komîteya Çandiniyê berdewamiya van kampanyayan bi awayekî rêkûpêk û xurtkirina çavdêriya bazarên çandiniyê teqez kir û tekezî li ser wê yekê kir ku dermanxaneyên çandiniyê pêbendî pîvanên hunerî û zagonî yên pejirandî ji bo radestkirin û hilanîna dermanên çandiniyê






