Depokirina zeviyan li bajarê Girgê Legê yek ji girîngtirîn kêşeyên jîngehê ye ku ji aliyê şaredariya gel a li bajarê Girgê Legê ve rastî girîngiyeke taybet tê, ji ber dijwariya jîngehê ku ew derdixe holê ku rasterast bandorê li tendrustiya niştecihan û ewlehiya jîngehê li herêmê dike.
Ev Ofîs wekî cihek bingehîn ji bo komkirin û avêtina bermahiyên mal û pîşesazî, û hem jî cihek ji bo dermankirina bermahiyên bijîşkî bi riya însêneratorek taybetî re xizmet dike.
Şaredariya Gel di çarçoveya xebatên ji bo başkirina rêveberiya çopê û kêmkirina bandorên wê yên neyînî de, di pêngaveke girîng de dest bi kampanyayek berfireh a paqijkirina çopê kir. Kampanya bi serpereştiya hevserokatiya şaredariyê û bi kordîneya Cîgira hevseroka hevbeş ya şaredariyê bi hevahengiya ofîsa Jîngehparêz û garaja şaredariyê ve hat lidarxistin.
Di vê kampanyayê de rakirina bermahiyên kombûyî ji depoyê û paqijkirina derdora navenda şewitandina bijîjkî, bi armanca başkirina şert û mercên jîngehê û kêmkirina metirsiyên tendrûstiyê yên ji ber kombûna bermayiyan û qirêjbûnê pêk tê.
Girîngiya vê gavê di rola wê de ye wekî beşek ji dîtiniyekê ji bo bidestxistina jîngehek paqij û ewle ji niştecihan re û zêdekirina hişmendiya jîngehê di nav civaka herêmî de.






