Dezgeha Çavkaniyên Samana Giyanwer li Til Hemîsê ya girêdayî Komîteya Çandinî û Çavkaniyên samana giyanweran li Kantona Cizîrê, kampanyayeke demkî ji bo dermankirina sewalan li dijî parazîtên derve yên wekî gene, sipîû buharok dest pê kir. Vana di nav pirsgirêkên tendrustiyê yên herî girîng de ne ku bandorê li tendrûsitî û hilberîna samana giyanweran dikin.
Metirsiya van parazîtan di zirara rasterast a ku ew didin tendrustiya lawiran de ye, ji bilî rola wan wekî vektorek bingehîn a nexweşiyên giran ên ku dikarin bandorê li tevahiya keriyê bikin
Armanca kampanyayê ev e:
- Pêşxistina tendrustiya giştî ya lawiran.
- Pêşîlêgirtina nexweşiyên ku ji hêla parazîtan ve têne veguhestin.
- Kêmkirina xisarên aborî yên ku ji ber kêmbûna hilberînê ji cotkaran re tên.
Ev destpêşxerî beşek e ji hewildanên berdewam ên ku ji hêla rayedarên peywendîdar ve têne kirin ji bo parastina ewlehiya giyanwerê sewalan û piştgirîkirina cotkaran di başkirina çandiniya lawiran li herêmê.