Di civînê de mekanîzmayên xebatên jinan ên di nava saziyên dadiyê de, zehmetî û astengiyên di xebatên wan de rû bi rû dimînin û ji bo çareseriya van zehmetiyan hatin giftûgokirin.
Di civînê de gelek encam derketin holê ku yên herî girîng ev in:
1-Destpêkirina korsên perwerdeyê bi hevahengiya Kongra Star û Koma Jinan a Zenûbya.
2- Hevahengî ligel dezgehên pêwendîdar ji bo vekirina navendên dîtinê.
3- Xebat ji bo derxistina yasaya malbatê li hemû Kantonan.
4- Vekirina projeyên biçûk ji bo jinan.
5- Xebat ji bo bidawîkirina avakirina dadgehên zarokan(ne gihayî) û girtîgehên zarokan û erêkirina zagona zarokan.
18/5/2025