“15 GULANÊ ROJA ZIMANÊ KURDÎ
Ziman qedexe, çand qedexe, dîrok wenda, jiyan qaçax û koviye li vî welatî. Ji bo netewa kurd a ku zimanê wî roj bi roj li ber tunebûnê ve diçe, rojek wisa pirr girîng e. Bêgûman ne tenê rojek, divê em her roj qedr û qîmetê bidin zimanê xwe, kêlî bi kêlî, roj bi roj bi zimanê xwe bijîn. Lêbelê dîsa jî, salê carek, ji 365 rojan rojek, wek semboleke mezin, ji bo zimanê dayikê bi wateye.
Her netew li gorî şert û mercên xwe yên dîrokî, siyasî û civakî li ser diyardeya ziman disekine. Girîngiya ziman, di nav van şert û merca de derdikeve pêşberî me. Di Roja Zimanê Zikmakî de, bêhtir hewcedariya me ew e ku, zimaneke li dijî mêtîngerî, dizî, tarîtî û qirkirinan biafirînin.
Ji bo netewên xwedî dewlet, zimanê dayikê pirr ne girînge. Netewên xwedî dewlet, xwedî statuyeke zimane û bi zagonan ev statu hatiye parastin. Ji ber fermiyeta ziman heye, zimanê siyasetê, aborî, çand û felsefeyê pêşdikeve. Ji ber wê ziman dibe xeml û xweşikiya netewa, ziman, hebûn, xwebûn û nasnameya netewaye.
Qirkirina çandî bi bijaftina ziman destpêdike. Derba yekem li ziman didin, netewên zimanê xwe wenda dikin, hebûna xwe wenda dikin. mirina bi saxî wendakirina zimane. Gava behsa mafê zimanê dayîkê tê kirin, ev mijar piranî ji aliyê siyasî, nasnameya netewî, mafên mirovan û hwd. tê nirxandin. Ya rast ziman, stargeh û parastina hest û derûniya netewa ye. Pergala hebûn û nasnameya netewan a sereke zimane. Wendakirina ziman biyanîbûn û dûrketina ji hişmendiya netewiye. Ên zimanê kurdî qedexe kirine, raste rast li ser netewa kurd qirkirin pêkanîne.
Ziman pira di navbera hest û jiyanê ye. Mirov bi zimanê xwe dinyayê nas dike, dinyayê fehm dike, şîrove dike û xwe bi zimanê xwe îfade dike. Ji ber van sedeman ziman, ji pêwendiyeke di navbera mirov û jiyanê de ye. Di mijara ziman de erkê sereke dikeve ser milê dayik û bava ye. Dibistana yekem mal û malbate, têkoşîna fermiyeta zimanê kurd giringe. Lêbelê jiyanîkirin bi axaftin û nivîsandinê pêş dikeve û fermî dibe.
Bi karanîna ziman mafekî gerdûniye, di Peymana Mafê Mirova de ev maf hatiye parastin. Lêbelê heta roja me zimanê kurdî nebûye zimaneke fermî û li makezagona Suriye de cih negirtiye. Bi bonaya roja zimanê kurdî em daxwaz dikin; li gorî zagonên mafê mirova ê hemdem, zimanê kurdî fermî di makezagona suriye de cih bigire”.
Roja zimanê zikmakî ya her kesên ku dilên wan ji bo azadî û wekheviyê diavêje, pîroz be!
15’ê Gulana 2025
Meclîsa Dada Civakî a Cizîrê