Di rûniştinê de jinên ji pêkhateyên cuda yên Ereb, Kurd, Siryan, Ermenî û di nava Encûmena Jinan, Komîteyên Lihevanînê, Asayîş, TVDEM, Rêxistina Sara, Yekîtiya Jinên Ermenî, Mala Eştarût Siryan û malbatên şehîdan de amade bûn.
Di dirêjahiya sê rojan de amadebûyan agahdarî rêziknameya navxweyî ya Mala Jin û Encûmena Lihevanînê û yasaya Malbatê û xalên herî girîng ên ku li dora van hersê ramanan dizivirin, bûn.
Di korsên ku ji aliyê dadwer, endamên navenda jinan û jinên komîteyên lihevanînê ve hatin pêşkêşkirin, beşdarbûneke girîng nîşan dan û bal kişandin ser girîngiya berdewamkirina van perwerdeyan ji ber bandora wan a erênî li ser malbatê bi giştî û li ser jinan bi taybetî.
15-5-2025