#Qamişlo: Di nav çalakiya pratîk û penavî de. Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo, mêvandariya xwendekarên beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Rojava kir. Ew ji aliyê hevserokên Desteya Jîngehê ve, bi amadebûna Rêveberiya Jîngehê ya bajarê Qamişlo û Ofîsa kar û barê Jin a Rêveberiya Jîngehê hatin pêşwazîkirin. Mekanîzmaya xebatên di nava Desteyê de, sîstema wê û mekanîzmaya kordînasyona di navbera wê û saziyan de hatin vegotin.
Stratejiya Desteyê, beşên wê, ku çawa rûbirûbûna pirsgirêkên jîngehê, dijwarî û erkên ku li ser her kesî hatine ferzkirin, ji civak, ciwan û saziyan dest pê dike û bersiva gelek pirsên ku xwendekar di gera xwe û dewreya lêkolînê de anîne ziman, di çarçoveya xebatên hişyarkirina desteyê de, û her wiha yên ku di çarçoveya piştgirîkirina xwendekaran û avakirina nifşek ekolojîk de ne