Encûmena Cîbicîkar a Kantona Cizîrê rêze workşopên rahênanê yên taybet bi armanca ofîsên zagonî darayî û plansaziyê yên dezgeh û ofîsên di çarçoveya Encûmena Cîbcîker a Kantona Cezîrê de bi dawî kir.
Ev komxebat di çarçoveya amadekariyên ji bo cîbicîkirina darayî a sala 2025’an de, li gorî zagona bûdceyê ku ji aliyê Encûmena Gelên Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye erêkirin, pêk hatin.
Ev komxebat yek ji encamên serekî yên civîna Encumena Cîbicîkar in ku di heyva nîsana borî de hat lidarxistin û tê de tekezî li ser giringiya zêdekirina amadehiya saziyan û bihêzkirina şiyanên teknîkî û rêveberî yên karmendên dezgeh û ofîsên curbicur hat kirin.
Armanca van komxebatan danîna têgihiştineke yekgirtî ya mekanîzmayên cîbicîkirina bûdceyê û zelalkirina aliyên darayî û zagonî bû.






