Bi boneya roja cîhanî ya tirafîkê bi minetdarî vê rojê li hemû endam û xebatkarên tirafîkê pîroz û mubarek dikin, endamên ku xebatên giranbuha di oxira aramiya tirafîkê, rê û cadeyan de dimeşînin, herwiha giyanên milet û hemwelatiyan jî ji qeza û belayan diparêzin, ev roj li we pîroz be û aramiya we armanca me ya sereke ye. Di vê rojê de pêkanîna sîstema tirafîkê ne hilbijartineke lê belê erkek sereke ya welatparêziyê ye herwiha erkeke exlaqî ye, ji ber ku selametî û aramiya rê û tirafîkê berpirsyariya me hemuyan e. lewma pêkanîna sîstema rê û tirafîkê rêya herî guncaw e ku giyan û canê xelkê were parastin, li kêlek wê rêya avakirina civakeke saxlem e û misogerkirina aramiya tirafîkê. Bi armanca rêxistinkirina tevgera tirafîkê û balkişandina hemwelatiyan li ser girîngiya pêkanîna sîstema tirafîkê da ku rê li pêşiya qezayan were girtin, herwiha ji bo pêkanîna setratejiya desteya hundirîn ya bakur û rojhilatê Sûriyê, zêdekirina hemleyên tirafîkê li ser hemû rê û cadeyan ji bo rêxistinkirina liv û tevgera tirafîkê, pêkanîna dispilîna tirafîkê û rê li pêşîgirtina qezayên li ser rêyan diqewimin werin girtin, ji lewra rêveberiya giştî ya tirafîka bakur û rojhilatê Sûriyê dest bi hemleyên tirafîkê kirine û dikin da ku dispilîna tirafîkê misoger bikin, herwiha pêkanîna qanûn û zagonên tirafîkê pêk bînin li kêlek wê tabloyên erebeyên ajokaran, cezakirina ajokarên ku rêgezan pêk neanîne, ku hemû kar û xebatên wan di çend mehên destpêkê ya sala 2025an de wiha hatine rêzkirin:
cezayên tirafîkê yên hatine qeydkirin: (84.655)-1
Hejmara îznên hatin wergirtin( ruxset): (665)-2
3- cezayên leza zêde: (3.858)
4- Motorên sûckirine : (1.842)
Bi armanca pêşkêşkirina dîmenekî zelal û giştî li ser rewşa tirafîkê li herêmê em serjimêriyekê li ser hejmar û cûreyên qezayên ku di mehên destpêkê yê vê salê rû dane derdixin holê:
1- Hejmara qezayan bi giştî: (1.241)
2- Hejmara qezayan ku mirin tê de rû dane: (51)
3- Hejmara qezayên birîndarî bi xwe re aniye: (488)
4- Hejmara qezayên ku ziyanên madî bi xwe re çêkirine : (702)
5-Hejmara birîndaran: (673)
6- Hejmara mirinan : (82)
Di heman demê de li bakur û rojhilatê Sûriyê dewreyên ajotina erebeyan hatin vekirin hejmara wan /43/.
. hejmara kesên tevlîbûne/4606/
Belavkirina îznên ajotinê hejmara wan/22234/.
li ser vî esasî rêveberiya giştî ya tirafîkê hejmarek ji şîretan li pêşiya ajokaran diyar kir da ku her kes ji wan pêk bîne:
-Rêzgirtina rêgezên tirafîkê û leza zêde derbas nekin.
-Teker û firêm werin kontrolkirin.
-Bikaranîna kemera aramiyê herwiha telefon di rêyan de neyê bikaranîn
-Çi tiştê ku şewqê qut dike an kêm dike li pêşiya ajokar were kirin.
-Bêyî îzna ajotinê dive erbe neyê ajotin.
-Rê were kontrolkirin beriya ku erbe were ajotin.
Di dawiyê de, rêveberiya giştî ya tirafîkê spasiya hemû welatiyan dike ji ber xwepexşana wan bi tirafîkê re ji lewra tekez dike ku wê kar û xebatên xwe bêhtir pêş bixin da ku selametî û aramiya tirafîkê di herêmê de misoger bike, di heman demê bang li hemû hemwelatiyan dike da ku şîret û zagonên tirafîkê pêk bînin û paşguh nekin. Ji bo ku civaka me di atmosferekê de bêyî qeza û belayan jiyan bike.
BI SELAMETî BIMîNIN
RêVEBERIYA TIRAGîKA BAKUR û ROJIHLATê SûRIYê
4ê GULANA 2025