Komîteya Çandinî û Sewlekariyê li Kantona Cizîrê, li ser bingeha rênimayên Encûmena Aborî û Çandiniyê, dest bi avakirina komîteyên hawarçûnê li bajar û bajarokên curbicur ên Kantonê kiriye, bi armanca parastina werzê çinîna çandiniyê ya sala 2025an.
Di vê çarçoveyê de do Encûmena rêveber a Kantonê civînek li dar xist û di civînê de komîteyek navendî ya lezgîn ji bo parastina berhemên çandiniyê hate avakirin. Her wiha di navbera deste û komîteyên pêwendîdar de plansaziyek hevrêzî hate çêkirin û ji bo çareserkirina her rewşa awarte ya ku bandorê li demsala çandiniyê bike tevdîrên pêwîst hatin girtin.
Komîteya Çandiniyê bal kişand ser girîngiya hevkariya cotkaran û pabendbûna bi amojgara û tedbîrên ewlehiyê yên ji aliyê Komîteya Hawarçûnê ve ji bo misogerkirina pêvajoya çinîn û gihandina berhemên bi ewle.
Komîteyê her wiha ragihand ku di hefteya bê de civînek hate lidarxistin ji bo mîkanîzma tomarkirina çinînê, belavkirina mazotê û tedbîrên ewlehiyê yên ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tîmên vemirandina agir ve li gund û deverên çandiniyê bên bicihanîn.
Komîteyê tekezî li ser giringiya bizavên hevbeş di navbera cotkaran û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de kir ji bo dabînkirina parastina zeviyan û dabînkirina hemû pêdiviyên pêwîst ji bo komkirina wan li navendên pejirandî.