Di çarçoveya amadekariyên ji bo Roja Cîhanî ya Karkeran de, Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê bi hemahengiya sazî û bajarokên bajêr, kampaneya paqijkirina berfireh a derdora bendava Mizgeftê ku dê sibê pîrozbahiya cejnê bike, da destpêkirin.
Di kampanyayê de xebatkarên saziyên xizmetî, perwerde û tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser, xebatkar û kadroyên Şaredariya Gel jî beşdar bûn. Rêyên diçin bendavê hatin paqijkirin û cihê ku ji bo çalakiyê hatibû diyarkirin hat amadekirin
Şaredariya Gel destnîşan kir ku ev pêngav di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo parastina jîngehê û paqijiya cihên giştî de ye. Wê bang li beşdaran kir ku di dema çalakiyê de xwe ji zibil dûr bixin, da ku jîngehek paqij û rehet ji her kesî re peyda bikin