k
Bi armanca parastina dîmena estetîk û şaristanî û pêşxistina tendrûstiya gel, Şaredariya Gel a Til Temrê ya girêdayî Kantona Cizîrê bi hevrêziya şaredariya bajêr kampaneyeke berfireh a paqijiyê ku hemû sazî û komîn tê de beşdar bûn, da destpêkirin.
Kampanya danê sibehê li ber Encûmena Malbatên Şehîdan a navenda bajêr destpê kir. Xebatkarên şaredariyê, rêxistinên civaka sivîl û endamên komînan, bi devpoşî, amûrên paqijkirinê û tûrên gemarê, di dîmeneke ku rihê xebata tîmê û berpirsyariya civakê nîşan dide, beşdar bûn.
Di kampanyayê de paqijkirina kolanên sereke û kêlekê û cihên giştî yên ku trafîka wan giran e, wek qad û riyên ku diçin sazî û bazaran. Çop hatin rakirin û peyarêk û gulîstan hatin paqijkirin. Her wiha li ser girîngiya paqijiyê ji bo pêşîgirtina li nexweşiyan kampanyayên hişyariyê hatin organîzekirin.
Di vê çarçoveyê de cîgirê hevserokê şaredariya gel a Til Temirê Elî El-Zahir diyar kir ku armanca kampanyayê bilindkirina hişmendiya jîngehê û pêşxistina paqijiyê weke stûna jiyana sivîl e. Wî diyar kir ku kampanya hevdem bû bi Roja Cîhanî ya Karkeran re, ji bo pênasîna bi hewldanên karkeran, bi taybetî di sektora xizmetiyê de.
Ev kampane beşeke ji rêze destpêşxeriyên jîngehparêzî û xizmetiyê ku ji aliyê şaredariyên gel ve li bajarên Kantona Cizîrê hatine destpêkirin ji bo baştirkirina jêrxanê û dabînkirina jîngeheke paqij û ewle ji nişteciyan re.