Bi boneya Cejna Ekîto – Sersala Suryanî-Asûrî ya 6775`an ku her sal di 1`ê Nîsanê de ye, em gelê Suryanî-Asûrî û tevahî gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê pîroz dikin.
Ev cejn semboleke dîrokî ye resenî û mîrateya pêkhateyên Sûriyê nîşan dide. Heta îro jî tê pîrozkirin û cejneke ku xwedî wateyeke kûr di hilbijartina sersala nû de bi destpêka buharê û nûbûna xwezayê re.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû saziyên xwe ve bi van wateyan bûye garantiya mafên hemû pêkhateyan û berdewamiya wan li ser axa xwe bi çand û zimanê xwe, Rêveberiya Xweser karibû ruhekî nû bide gelên herêmê û ew jî bi rêya garantiya maf û azadiya hemû pêkhateyên neteweyî û olî li herêmê û karibû nimûneyeke nûjen di jiyana hevbeş de biafirîne ku em ji bo nimûneke ji Sûriya nû re dixebitin nexasim ku em li ser asta mafê qonaxa veguhêz in ku Sûriyeya pêşerojê ava dike.
Em teqeziyê li ser beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê di hemû mafên vê qonaxê de û teqezî li ser pirrengî û beşdarbûnê dikin da ku mafên hemû hemû pêkhateyên Sûriyê ji Sûriyan, Aşûrî, Ereb, Kurd û hemû gelên din di bin sîwana hemwelatîbûneke wekhev de ku mafên hemûyan nas dike, garante bike.
Welatekî ku azadiya jinê diparêze û azadî, edalet û wekheviyê pêk tîne.
Cejna Ekîto li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pîroz be.
Ekîto berêxo
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
1`ê Nîsana 2025`an