Şandeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê roja Sêşemê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û bi amadebûneke berfireh a gel beşdarî pîrozbahiya sersala Babîlî-Aşûrî ya bi navê “Akîto 6775” ku li gundê Ker Şîran ê gundewarên Tirbe Spiyê hate lidarxistin.
Di pîrozbahiyê de hevserokatiya Yekîtiya Suryaniyan axaftinek pêşkêş kir û tê de hatina Akîto li Aşûrî, Suryan û Kildaniyan pîroz kir û bal kişand ser girîngiya jiyana hevbeş û parastina mîrata çandî ya herêmê.
Di çalakiyê de ji folklora Suryanî ku nasnameya dîrokî ya pêkhateya Aşûrî-Suryanî-Kildanî nîşan dide, hunerî û mûzîk hatin pêşkêşkirin.
Akîo yek ji kevintirîn cejnên Mezopotamyayê ye, ji ber ku sembola nûbûn û vejînê ye û kûrahiya nasnameya çandî û şaristanî ya gelên herêmê tîne ber çavan.