#Hêzên_Ewlekariya_Hundirîn
#Bakur_Rojhilatê_Sûriyê
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi helkefta hatina Cejna Remezanê bi germî pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê me dike û ji Xwedayê mezin daxwaz dike ku wê bi xêr û xweşî û bereket, li ser gel û welatê me û her aram be.
Di çarçoveya erkên me yên ji bo parastina ewlehî û aramiya welatiyan de, di betlaneyên Cejna Remezanê de komek tedbîr û prosedûr hatin bicihanîn. Em tekezî li ser wê yekê dikin ku pêwîste her kes pabendî van rênimayan be û bi hêzên ewlekarî re hevkariyê bike ji bo dabînkirina jîngeheke ewle û aram di vê cejnê de.
- Qedexekirina çûnûhatina kamyon û tankeran:
– Qedexekirina derbas bûna Kamyon û Tankeran mezin û navîn li bajar û bajarokan Ji seat 18.00ê roja şemiyê 29.03.2025an heta saet 12:00ê sibeha roja sêşemê 01.04.2025an.
- Derbarê derbasgehan de:
29ê Adara 2025an saet 18:00 heta saet 18:00 roja 1ê Nîsana 2025an, çûn û hatina kamyon û wesayîtên ticarî bi rêya derbasgehan qedexe ye.
Di eynî demê de çûn û hatina sivîlan weke xwe dimîne.
- Qedexekirina ajotina motorsîklêtan: (sivîl_ leșgerî)
– Ji saet 18:00 ê 27ê Adara 2025an heta 01.04.2025an seat 18:00an.
- Qedexekirina avêtina çekan:
Bikaranîna çekan û avêtina guleyan di bin her şert û mercî de qedexe ye, bi pêk anîna cezayên qanûnî.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûrî
Pêncşem 27.03.2025