Heyeta jinan a Ketelonya û Spanyayê ji bo piştgiriyê bidin jinan serdana kampa Waşûkanî dikin
Şandeke jinan ji Keteloknya û Spanyayê bi hemahengiya bi serokatiya hevbeş a Desteya Karûbarên Civakî û Karê li Kantona Cizîrê serdana kampa Waşûkanî ya ku koçberên bajarê Serêkaniyê/Ras al-Aynê tê de ne, kirin.
Di serdanê de lêkolîna şert û mercên jiyanê yên li nava kampan hate kirin û bal hat kişandin ser rewşa jinan û rewşa wan a rojane.
Di vê serdanê de, şandê bi hejmarek ji malbatên kampê re hevdîtin pêk anî, tê de balkişand li ser êş û azarên jinan li hember şert û mercên dijwar, ji germa havînê û sermaya zivistanê û çawaniya berxwedanê li hember dijwariyên rojane yên ji ber koçberiyê tên ferzkirin.
Şandeyê her wiha bi rayedarên pêwendîdar re li ser riyên başkirina jiyana jinên giftûgo kir, mijarên jiyanê, rewşenbîrî û tenduristiyê û ji bilî pêşkêşkirina piştgiriya aborî gotûbêj kirin.
Her wiha di axaftinan de bal hat kişandin ser girîngiya peydakirina şert û mercên guncaw ji bo malbatên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk koçber bûne, di nava ewlekarî û aramiyê de vegerin malên xwe.
Şand hewil dide ku wêneyekî rast ji azarên jinan di kampan de, û berxwedana wan a bêwestan tevî zehmetiyan, ji civaka navdewletî re ragihîne, bi armanca komkirina piştgirî û hevgirtinê bi wan re, û kar ji bo baştirkirina şert û mercên wan û garantîkirina mafên wan ên bingehîn.