Parastina şînatiyan yek ji girîngtirîn karên Rêveberiya Xweser li Kantona Cizîrê ye, ji ber ku dar di piştgiriya jîngeh û civakê de xwedî girîngiyeke mezin in.
Di vê çarçoveyê de Rêveberiya gulîstan û Daristanan a Şaredariya Gel a bajarê Hesekê ji bo birêxistinkirina fu’ar û meydanên nava bajêr kampanyayeke mezin da destpêkirin.
Di kampanyayê de ji bo amadekirina axê ji bo wergirtina demsala biharê, ji bilî birîna darên li zozanan, bi traktor û kedê ax kirin.
Armanca vê xebatê ew e ku çanda bajêr xweş bike û jîngeha giştî baştir bike. Ev hewldan her roj berdewam dikin da ku cihên kesk werin lênihêrîn û parastin.
Girîngiya daran û rola wan a jîngehê
Dar di bidestxistina hevsengiya jîngehê de rolek girîng dilîzin, ji ber ku ew çavkaniya sereke ya oksîjenê ne û beşdarî paqijkirina hewayê ji gazên zirardar û tozê dibin. Dar di heman demê de axê aram dike û pêşî li erozyonê digire, ev yek dibe alîkar ku axa çandiniyê û cihêrengiya biyolojîkî were parastin.
Hewldanên xwerêveberiyê ji bo berfirehkirina qadên kesk
Rêveberiya Xweser, bi rêya Nivîsgeha Jîngehê û Beşa gulîstanan û Daristanan a li Şaredariya Gel, ji bo cîbicîkirina gelek projeyên çandiniyê yên ji bo zêdekirina şînahiyan dixebite. Li bajarokê Girkê Lekê, Nivîsîngeha Jîngehê li gundê Heleq ji bo zêdekirina qadên kesk û xweşkirina dîmena estetîk a herêmê kampanya daristanan li dar xist.
Ev hewldan pabendbûna Rêveberiya Xweser ji bo parastina jîngehê û dabînkirina jîngeheke saxlem ji nifşên paşerojê re nîşan dide, û niştecihan teşwîq dike ku hevkarî û beşdariyê di parastina daran de û bilindkirina hişyariyê li ser giringiya wan bikin.






