Serpereştiya Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriya gelên berava Sûriyê hemleya alîkariyê bi dawî kir.
Rêxistina Heyva Sor a Kurd û endamên Serpereştiya Gel a Pêkanîna Alîkariyan ji bo Peravê, bi daxuyaniyeke fermî bidawîbûna hemleya xwe ya alîkariyê û belavkirina alîkariyan li ser gelên berava Sûriyê ragihandin.
Daxuyanî bi amadebûna Hevseroka serpereştiyê Şêrîn Xelîl û ,dayika Fadiya Nûnera Rêxistina Alîkariyê ya Mar Yaqûb di daxuyaniyê de hat diyarkirin.
Bi navê serpereştiya gelerî li bakur û rojhilatê Sûriyê û li ser bangewaziyên mirovahî yên gelê me yê li peravên Sûriyê, me di 14ê Adarê de bi beşdariya rêxistinên mirovî û civakî, di nav de: Heyva Sor a Kurd, Kongra Star, Rêxistina Sara, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Kombûna Jinan a Baskê xwarinê 6035 û 355 ton ard amede kirin Karwan bi dîroka17ê Adarê de ber bi peravên Sûriyê ve bi rê ket.”
belavkirinî:
- Laziqiye: 4235 selikên xwarinê û 110 ton ard.
- Baniyas û gundewarê wê: 1800 selikên xwarinê û 145 ton ard.
- Hama: 100 ton ard.
Di daxuyaniyê de spasiya Rêxistina Mar Yaqûb û rayedarên herêmî ji bo hêsankirina belavkirinê kir, bal kişand ser gund û herêmên di bin alîkariyan de, tekezî li ser berdewamiya kampanyayê ji bo peydakirina pêdiviyên zêde kir.
Di dawiya daxuyaniyê de spasiya her kesê ku di serkeftina hemleyê de cih girt û bang li rêxistinên alîkariyê û civakê kir ku piştgiriya xwe ya ji bo piştgiriya gelên berava Sûriyê bidomînin.