23`ê Adarê 6`emîn salvegera rizgarkirina Baxozê baregeha dawîn a çeteyên terorîst ên DAIŞ`ê li Sûriyê ji aliyê QSD`ê û bi alîkariya Koalisyona Navneteweyî ye.
Ev serkeftina dîrokî ku keç û xortên gelê me yê mezin bidest xist. Ew jî rizgarkirina erdnîgariya Sûriyê ji vê rêxistina terorîst ku artêş û dewletên cîhanê nikarîbûn wan tune bikin. Bi vê boneyê di serî de em şehîdên xwe ku her tiştê giranbuha û canê xwe ji bo Sûriyê û tevahî cîhan bi ewlehî û azadî bijîn feda kirin, bi bîr tînin. Berdêlên wan bingeha sereke di xurtkirina bingehên biratiya gelan, jiyana hevbeş û aştiya sivîl de bûn.
Di vê rojê de û beriya 6 salan herêm û tevahî cîhan derbasî qonaxeke nû ji kar û şerê li dijî vê rêxistina ku gefan li aramî û ewlehiya tevahî cîhanê dixe, bû. Di dema ku hêzên me yên leheng bi nûnertiya QSD`ê karîbûn rêxistina terorîst a DAIŞê di aliyê erdnîgarî têk bibin, bermahiyên vê rêxistinê hîna jî hewl didin xwe birêxistin bikin û rewşên ku herêm têre derbas dibe di serî de rewşa bêaramiyê hin caran derdikeve keysbaz bikin da ku xwe jinû ve birêxistin bike û êrîşên terorîstî li dijî herêmê pêk bîne.
Ji ber vê yekê jî divê em hevgirtin û hevkarîya xwe xurtir bikin da ku rê li pêşiya xwebirêxistina şaneyên rêxistina terorîst bê girtin. Ji ber ku ku beriya her tiştî ew metirsîyê li ser welatê me Sûrîyê çêdike û pêwîstiya vê yekê bi hevkarî û koordînasyona di navbera hêzên navneteweyî û di serî de hêzên Koalisyona Nanveteweyî, heye.
Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di dema ku em vê boneyê li xwe, gelê xwe û cîhanê pîroz dikin, em teqez dikin ku şerê li dijî vê rêxistinê çi di warê leşkerî de û çi di warê fikrî de ku dixwazin di nava civaka me de belav bikin, hîn bidawî nebûye. Divê em ti hewl û derfetan nedin da ku rê li ber vê terorîzmê bigire ku xwe jinû ve birêxistin bike û di vê çarçoveyê de em piştrast dikin ku xebatên me di vî warê de, dewam dikin.
Careke din em têkoşîn, berxwedan û fedekariya gelê me da ku tevahî cîhan bi aramî û ewlehî bijî, silav dikin. Em lehengên xwe yên QSD`ê silav dikin û bi vê boneyê em wan pîroz dikin. Em teqez dikin ku xebatên me ji bo pêkanîna hêvî û xwestekên şehîd û gelê me di avakirina Sûriyeke demokratîk, yekgirtî û nenavendîd e, dewam dike.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
23/03/2025