Ji 8’ê Kanûna duyemîn, şêneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dorê parastina bendava Tişrînê ji hilweşandinê dikin, tevî parastina destkeftiyên xwe. Her wiha piştgirî û moralê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk digirin. Di vê çarçoveyê de îro koma heftemîn a şêniyên Kantona Cizîrê ber bi bendavê ve bi rê ketin.






