Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê di bin diruşmeya “Paqijiya bajarê me ji paqijiya mala me tê” bêşkirineke berfireh a paqijkirina Koantona Cizîrê ku kolan, tax û sûka bajêr tê de, da destpêkirin. Endamên şaredariyê tevî gelek saziyên sivîl û xwendekarên dibistanên perwerdeya bingehîn a Şehîd Cebar Tay û Îbrahîm Mesûd beşdarî kampanyayê bûn.
Kampanyayê tekezî li ser paqijkirina kolanên sereke û hin deverên jiyanî yên bajêr kir, ji bilî paqijkirina rûbarê ku beşek ji bermayiyan tê veguheztin û beşeke din jî hat şewitandin.
Hevseroka Şaredariya Dêrikê Ciwan Hesen di daxuyaniyekê de derbarê kampanyayê de wiha got: “Em bi armanca hişyarkirina jîngehê û belavkirina çanda paqijiyê di civakê de dem bi dem van kampanyayan li dar dixin.”