Bi însiyatîfa gel û koordînasyona bi Heyva Sor a Kurd re, karwanê alîkariyên mirovî gihişte Reqayê û dê berê xwe bide berava Sûriyê
Li beramberî rewşa mirovî ya xirab li beravên Sûriyê, beriya niha karwanê alîkariyên mirovî ji kantona Cizîrê û bi însiyatîfa gelêrî ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha bi koordînasyona bi Heyva Sor a Kurd re, gihişt Reqayê.
Karwan dê rêya xwe ber bi Tebqayê û piştre jî ber bi beravên Sûriyê ve berdewam bike da ku destekê bide sivîlên ji ber bûyerên dawîn ziyan dîtine.
Karwanê ku ji Qamişlo ber bi Hesekê ve kete rê û dê berê xwe bide berava Sûriyê, ji 20 kamyonên barkirî bi kelûpelên xwarinê, di nav de 10 hezar parên xwarinê û miqdarek ard, pêk tê. Ew jî weke alîkarî ji şêniyan da ku alîkariya welatiyên ji ber şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên rêjîma Baas de ziyan dîtine.