Bi hezaran şêneyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên wê, saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan, beşdarî xwepêşandanekê bûn ku tê de destûra nû ya Sûriyê şermezar kirin, li pêşiya baregeha hevpeymaniya navdewletî li rojavayê bajarê Hesekê.
Xwepêşandana şandeke ku ji nûnerên Kurd, Ereb, Suryan û Ermenî pêk dihat,û ketin nav baregeha Hevpeymaniya Navdewletî û daxwaznameyeke nerazîbûnê pêşkêşî redkirina daxuyaniya destûrî kirin.
Şandeyê piştî vegera xwe tekez kir ku berpirsên hevpeymaniyê gotine ku ewê daxwazên xwepêşanderan bigihînin rayedarên pêwendîd