Rêveberiya Xweser li Kontona Cizîrê îro li bajarê Qamişlo xwepêşandanek girseyî li dar xist ji bo redkirina daxuyaniya destûrî ya hikûmeta demkî ya Şamê.
Di xwepêşandana ku şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Kontona Cizîrê tê de beşdar bûn
Hevserokê Meclisa Cîbcîker li Kontona Cizîrê Hesen Şaro gotinek pêşkêş kir û tê de redkirina destûra ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatiye ragihandin teqez kir, û ev destûr weke daxwiyaniyek destûrî ya ku kêmkirina pêkhateyên civaka Sûriyê dipejirîne.
Şaro got em destûreke rast dixwazin ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê nas bike, ti kesî derve nehêle û mafê hemû pêkhateyên gel misoger bike.
Di xwenîşandanê de hinek axaftinên kesayetên gel jî hatin kirin