Piştî hilweşandina rejîma Baas a desthilatdar gelê Sûriyê hêvî dike ku ji hemû cureyên tundî, kuştin û komkujiyên ku li dijî pêkhateyên wê têne kirin rizgar bibe û hewldanên ji bo rizgarkirina ji mezhebperestî û nijadperestiyê.
Lê tiştên ku di rojên borî de li herêmên beravên Sûriyeyê rû dan nexasim kuştin û komkujî, eşkere dike ku em ji zihniyeta desthilatdar rizgar nebûne.
Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi tundî sûcên ku li dijî şêniyên me li beravê têne kirin, şermezar dikin. Em teqez dikin ku ev kiryar me vedigerînin serdemeke tarî ku gelê Sûriyê naxwaze dubare bibe û berdewamiya van sûcan rê li pêşiya avakirina Sûriyeyeke paşerojê, Sûriyeyeke ku hemû gelê xwe bêyî mezhebperestî û şovenîzm dihewîne, digre.
Her wiha em banga cezakirina sûcdaran dikin û komîteyên lêpirsînê jî bi awayekî adil û zelal tevbigerin da ku rastiyên qewimîne eşkere bikin û hesab ji berpirsên wan, bixwazin.
Careke din em bang li hemû hêzên niştîmanî yên sûrî û gelê Sûriyê dikin ku bi hevre ji bo lidarxistina diyaloga niştîmanî ku destekê bide avakirina Sûriye pêşerojê ji hemû gelê Sûriyê re, bixebitin. Ji ber tenê bi vî awayî em dikarin rê li pêşiya kesên dixwazin gelê Sûriyê bikujin û tune bikin, bigrin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
9`ê Adara 2025`an