Di bin dirûşma (na ji guleyên serkêş re)
Desteya Hundirîn li Kontona Cizîrê bang li hemû gelê me kir ku ji ber taybetiya meha Adarê, ji ber ku gelek cejn û bûyer di nav xwe de dihewîne, xwe ji guleyan dûr bixin û tekez kir ku kesên hevçûyî bên girtin cezaya peran û girtina wan mehekê.
Meha Adarê bi dîrokeke dewlemend a têkoşîna azadî û rûmetê tê binavkirin. Em jî weke gelê xwe yê Cizîrê dixwazin rihê têkoşîn û fedakariyê biparêzin.
Em bi hêvî ne , ciwan û mezina, çi leşkerî û çi sivîl bera ji bikaranîna çekan dûr bisekinin. Em ê pêwîstiyê gerek bigrin, di nav de sepandina cezaya perekî ji milyonek lêreyên Sûrî û mehekê zindan.
Desteya Hundirîn kampanyaya hişyariyê bi armanca agahdarkirina civakê di derbarê metirsiyên gulanên serkêş û encanên wê yên xirab li ser kes û civakê ragihand.
Û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste d bûyer û dawetan de çek neye bikaranîn. “Kêf bi guleya naye, lê ji çalakî û aştî û şahiyê tê”Werin em bi hişyarî û aqilmendî li şahiya xwe xwedî derkevin, da ku kirinên me hi bo yên din nebin çavkaniya xemgîniyê.
Em meha Adarê bi aramî û xweşiyê ji hemûyan re dixwazin û em hêvîdarin ku ew meheke tijî pozîtîf û xweşbînî be.
“Desteya Hundirîn li Kontona Cizîrê”
10/3/2025