Rêveberiya çandê ya li Kontona Cizîrê bi hevkariya tevgera çand û hunerê bi bîranîna sî û şeşan salvegera koça dawî ya hunermendê Kurd Mihemed Şêxo, li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê ya li bajarê Qamişlo bi bîr anîn.
Şandeke ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kontona Cizîrê jî di nav de hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kontonê beşdarî merasîmê bû.
Her wiha şandeyek ji Rêveberiya Çandê li Kontona Cizîrê serdana gora hunermendê nemir Mihemed Şêxo ya li mezargeha Hilêliyê kir û piştre ji bo bîranîna wî çalakiyeke humerî hatin lidarxistin.
Merasîm bi pênc xulekên rêzgirtinê ji bo giyanê Şehîdan dest pê kir û piştre li ser navê Rêveberiya Xweser axaftineke ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber birêz Hesen şaro ve û axaftina malbata hunermendê nemir bi nûnertiya birayê wî Hec Hemîd hate kirin.
Paşê, beşê govendê yên hunerî ji aliyê hunermendê (Bengîn Adem, Amir Remo, Mihemed Şahî). Ve hatin pêşkêş kirin.