Komîteya Awarte ya li bajarê Dêrikê, ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ve hatiye erkdarkirin, ji roja yekem a destpêkirina barîna berfê ve xebatên xwe yên bênavber didomîne. Ev komîte bi erkeke giran radibe û bi hemû derfetên xwe hewl dide rêyên sereke û yên şaxî, çi li navenda bajêr û çi li gundewarên Dêrikê, li rûyê gel vekirî bihêle.
Di nav van şert û mercên dijwar de, tîmên komîteyê di cih de destwerdanê dikin û bi taybetî gelek otomobîlên ku ji ber kombûna berfa zêde li ser rêyan asê mabûn, rizgar kirin. Tevî ku bariya berfê hîn jî berdewam dike û serma û bahoz xebatên li qadê zehmet dikin, lê endamên komîteyê bi vîneke mezin û bê sekin dixebitin da ku rê neyên girtin.
Serokê Komîteya Awarte ya Dêrikê jî bal kişand ser keda tîman û diyar kir ku ew ê li ser peymana xwe ya xizmetê bimînin, her wiha bang li gel kir ku baldar bin û ji bo karên ne mecbûrî ji malên xwe dernekevin ta rewş aram bibe.






