Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê serdaneke meydanî bo hejmarek xal û bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk anî. Ev serdan wek spasiyekê ji bo xebat û keda wan a bêrawestan hat kirin.
Di serdanê de Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar, Desteya Hundirîn û hejmarek ji rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn. Armanc ji vê serdanê agahdarbûna li ser rewş û amadebaşiya xalan bû, bi taybetî di vê sermaya zivistanê de.
Her wiha di serdanê de, bal hate kişandin ser ked û xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di dema cejnên Sersalê de, ku ji bo parastina ewlehiya gel hatibûn kirin. Rêveberiya Xweser û Desteya Hundirîn spasiya dilsoziya endaman kirin û berxwedana wan di bi cih anîna erkên wan de bilind nirxandin.
Di dawiyê de, berpirsan tekez kir ku ew ê piştgiriya xwe ji bo parastina ewlehiya Kantona Cizîrê berdewam bikin û hêviya serkeftinê ji saziyên ewlekariyê re xwestin.






