Tevî şert û mercên dijwar û barîna berfê li kantona Cizîrê, komîteyên serjimariyê xebatên xwe yên serjimêriya seweldariyê berdewam dikin. Ev xebat armanc dike ku daneyên rast ji bo piştgirîkirina biryarderan û xwedîkerên lawiran berhev bike.
Di rojên borî de, tevî ku sermayê û girtina rêyan çûn û hatin li gundewaran zehmet kiribû, endamên komîteyan bi wesayîtên guncav xwe gihandin hemû deveran.
Berpirsên beşa Seweldariyê diyar kirin ku ev serjimariya berfireh hejmara pez, mîh, çêlek, hesp û gamêşan, ligel rewşa wan a tenduristî û dabeşbûna wan a erdnîgarî li xwe digire.
Komîteyan tekez kir ku xebat bi rêkûpêk û bi baldarî dimeşe. Ev gav di çarçoveya hewildanên Encûmena Aborî û Çandiniyê de tê, da ku piştgirî û xizmetên veterînerî bi rengekî baştir bigihêjin xwedîkerên lawiran û hilberîna li herêmê baştir bibe.






