Li bajarê Tirbespiyê û bajarokê Çil Axa yê Kantona Cezîrê, Komîteyên Ciwanan û Werzîşê ji bo hişyarkirina civakê li ser metirsiyên koçberiyê kampneyeke berfireh li dar xistin.
Armanca sereke ya vê kampaneyê ew e ku metirsî û encamên koçberiya ne zagonî ji bo ciwan û malbatan ronî bike.
Di çarçoveya kampaneyê de, li seranserê bajar û gundewar broşûrên agahdarî hatin belavkirin, ku tê de agahiyên rast li ser metirsiyên vê diyardeyê hebûn.
Komîte hewl didin ku bi vê destpêşxeriyê, piştgiriyê bidin ciwanan û hilbijartinên berdêl pêşkêş bikin da ku ew li welatê xwe pêşerojek çêtir bi dest bixin.






