Tevî hewaya dijwar, Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Qamişlo xebatên xwe yên meydanî bi lez didomîne. Karker bi dilsozî kanalîzasyonên baranê paqij dikin û astengiyên kolanan çareser dikin da ku herikîna avê misoger bikin û rê û malan ji zirarê biparêzin.
Ev karmendên me, bêyî rawestan, xizmetkirina gel ji xwe re dikin pêşînî. Em ji bo vê dilsozî û xebata berdewam di nava bahozê de, spasiyên xwe yên herî mezin pêşkêşî hemû xebatkar û endezyarên paqijiyê dikin.
Rêzdarî ji bo xebata we.






