Li Kantona Cezîrê, aliyên xizmetguzariyê bi piştgiriya Encûmena Cîbcîkar, bîrên avê vediguherînin sîstemên ku bi enerjiya rojê dixebitin. Armanc ew e ku berdewamiya pompkirina avê misoger bibe û girêdayîbûna bi elektrîk û jênatoran kêm bibe.
Di vê çarçoveyê de, bîra jimar/5/, ku ji bo niştecihên Amûdê girîng e, hate nûjenkirin da ku pompkirina avê di dema qutbûna elektrîkê de jî bidome. Ev proje bi hevrêziya Şaredariya Gel, Gerenîndeya Avê û rêxistineke mirovî hate pêkanîn.






