Şaredariya Gel a Dirbêsiyê, ji bo ku bersivê bide daxwazên niştecihan û rewşa binesaziya bajêr baştir bike, dest bi cîbicîkirina du projeyên nû yên kanalîzasyonê kir. Li qada nêzî lîzgeha bajêr, li dû giliyên li ser nebûna xetê, Şaredariyê biryar da ku xeteke nû ya 200 m çêke da ku pirsgirêka kombûna avê ya li wî taxî çareser bike. Herwiha, li Kolana Başûr, ji ber ku xeta kevin têk çûye, xeteke nû ya 100 m tê dirêjkirin da ku xizmetguzariyên wê kolanê jinûve bêne aktîfkirin. Şaredariya Gel tekez kir ku wê giliyên niştecihan bişopîne û li gorî pêşîniyan xizmetguzariyên li herêmê baştir bike.






