240 malbatên penaberên iraqî piştî temamkirina belgeyan ji kampa Holê derketin û vegeriyan Iraqê. Ev gava vegerê bi hevkariya di navbera rêveberiya kampa Holê, Rêveberiya Xweser û komîteyên Ewlehiyê û Koçberiyê ya Parlamentoya Iraqê hate kirin.
Ev karwan 240 malbat, ji 858 kesan pêk tê û bi karwanekê otomobîlên bi tedbîrên ewlehiyê ve ber bi Iraqê ve diçin.
Li gorî serjimariya dawî, kampa Holê niha nêzîkî 24 hezar kes dihewîne ku ji wan zêdetirî 3 hezar penaberên iraqî ne.






