Îro, komîteyên seweldariyê li Kantona Cezîrê serjimêriya fireh a seweldariyê dest pê kir.
Tîmên meydanî li bajar û bajarokên cuda hatin belavkirin da ku dane û hejmarên rast yên li ser hemû cureyên seweldariyê berhev bikin.
Armanca vê serjimariyê ew e ku agahiyên nû têne civandin, planên sektora seweldariyê pêş bixin û xizmetên hatine peyda kirin ji bo xwedîkarên seweldariyê baştir bikin.






