Îro li bajarê Qamişlo, li Gulîstana Azadî şahiyek mezin ji bo derçûna koma 5’emîn a xwendekarên Zanîngeha Rojava hat lidarxistin. 211 xwendekar ji herêmên Rojava ji beşên cûda hatin xelatkirin.
Di şahiya derçûnê de şandek ji Rêveberiya Xweseiya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê, girseyek mezin ji gel û malbatên xwendekaran, her wiha kesayetên çandî û wêjeyî yên navdar ji bo pîrozkirina derçûnê, amade bûn.
Hesen Şero, hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê, serbilindahiya xwe ji bo derçûna vê komê anî ziman û girîngiya Zanîngeha Rojava li ser pêşkeftina zanîn û perwerdeyê diyar kir.
Hisên Osman, Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girîngiya perwerdeyê di belavkirina nirxên pirrengî û demokrasiyê de destnîşan kir, ji ber ku derçûnên îro nifşê ku dê pêşengiya guhertinê bikin û beşdarî pêşkeftina domdar ên herêmê bibin.
Şahî bi beşdariya hunermendan û komên mûzîkê bi pêşandanên hunerî bi dawî bû.






