Desteya Jîngehê ya Kantona Cezîrê berdewam dike bi kampaneyên hişyarkirinê. Rêveberiya Jîngehê ya Hesekê li hin dibistanên bajaroka El-Holê çalakiyek hişyarkirinê di bin dirûşmeya “Em jîngeha xwe diparêzin, pêşeroja xwe ava dikin”rêk xist.
Di çalakiyê de li ser bingehên jîngehê (hewa, av û ax) kors hat dayin, paşê dar hatin çandin û kampanyek paqijkirina dibistanan hate lidarxistin. Armanca wan belavkirina hişyariya jîngehê di nav civakê de ye.






