Şaredariyên gel ên li Kantona Cezîrê projeyên xwe yên xizmetguzariyê ji bo dabînkirina ava vexwarinê û baştirkirina torên karîzan ji bo xizmetkirina şêniyên li bajar û deverên gundewarî didomînin.
Li Şaredariya Gel a Til Koçer, xebat li ser projeya kolandina bîrên Til Koçerê – Komîna Şehîd Arîn berdewam dike. Rêjeya temamkirinê gihîştiye %40, û kûrahiya kolandinê jî 120m dirêjahî ye.
Li Girkê Legê, gerenîndeya avê amadekirina cihên sazkirina panelên rojê ji bo bîra hejmar (12) û bîra hejmar (16) li taxa Şehîd Dilo, bi armanca zêdekirina domdariya dabînkirina avê bi enerjiya paqij.
Her weha li Şaredariya Gel a Sinceq Sadûn, ya girêdayî bajarê Amûdê, projeyek karîzê li gundê Çûlê dest pê kir. Dirêjahiya karîzê 800 m e, û di heman demê de 16 rêkarên karîzan jî têne çêkirin.
Ev proje di çarçoveya plana projeya 2025an a Şaredariya Gel de ye, bi armanca baştirkirina rewşa xizmetguzarî li gundên herêmê.






