Mezlûm Hesen, hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Cizîrê, di pêkanîna biryara ku ji aliyê Encûmen û Desteya Aborî û Çandiniyê ve hatiye dayîn, destpêkirina fermî ya belavkirina sîstemên enerjiya rojê li ser cotkarên li seranserê kantonê ragihand.
Armanca projeyê ew e ku piştgiriya sektora çandiniyê bi rêya dabînkirina çavkaniya enerjiyê ya berdêl ku beşdarî pêşxistina pêvajoya hilberînê û misogerkirina aramiyê bibin.
Hesen tekez kir ku ev proje beşek ji plana Desteyê ye ji bo derbaskirina pirsgirêkên ku cotkar di dabînkirina enerjiyê de pê re rû bi rû dimînin, û destnîşan kir ku Deste girîngiyek taybetî dide projeyên enerjiya nûjenkirî wekî vebijarkek domdar û aborî ku girêdayîbûna cotkaran bi çavkaniyên enerjiya kevneşopî kêm dike.
Kargoyên panelên rojê û alavên pêwîst ji bo sazkirina sîsteman gihîştine Kantonê. Komîteya Çandinî û Seweldariyê bang li cotkaran kir ku serdana komîteyên çandiniyê yên li herêmên xwe bikin da ku kirdariyan temam bikin û sîsteman li gorî yasa pejirandî werbigirin.
Ev sîstem ji panelên rojê yên “Hard Sun” bi teknolojiya pêşketî ya “Topcon”, bi kapasîteya heta 710 wat, cudahiya voltaja 49 volt di devreya vekirî de û 41 volt di devreya girtî de, û pîvanên standard ên 238 x 130 cm pêk tên. Panel bi karîgeriya xwe ya bilind û berxwedana xwe ya li hember germahiyên bilind têne xuyang kirin. Ew ji cure monokrîstalîn ên du alî ne, bi kabloyên dirêj û 18 barên bingehîn ve hatine çêkirin da ku karîgeriya hilberînê zêde bikin.
Ji bo hêsankirina bidestxistina van sîsteman, Hesen rave kir ku Desteyê sîstemeke teqsîtan a nerm pejirandiye, ku ji sê beşan pêk tê:
1_Beşa yekem (30%) piştî wergirtina sîstemê tê dayîn.
2_Beşa duyem (35%) piştî bidawîbûna demsala zivistanê ya 2026an tê dayîn.
3_Beşa sêyem (35%) piştî bidawîbûna demsala zivistanê ya 2027an tê dayîn.
Wî her wiha destnîşan kir ku Desteyê biryar daye ku dema vegerandina deynan dirêj bike li gorî daxwazên cotkaran, da ku barê darayî yê li ser wan sivik bike û wan teşwîq bike ku ji vê projeya girîng sûd werbigirin.
Ev gav wekî beşek ji hewldanên Desteyê ji bo piştgiriya projeyên çandiniyê û baştirkirina binesaziya hilberîna herêmî tê, bi armanca bidestxistina xweseriya herêmê.
Ev proje gaveke kalîteyî nîşan dide ber bi zêdekirina girêdayîbûna bi enerjiya paqij di çandiniyê de, ku beşdarî zêdebûna hilberînê, kêmkirina lêçûnan, û pêşxistina geşedana aborî ya hevseng û domdar li Kantona Cizîrê dibe.
