Kampaneya ewlehiya trafîkê ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya bakûr û rojhilatê Sûriya ve hatiye destpêkirin berdewam dike. Rêveberiya Trafîkê ya Kantona Cizîrê belavkirina broşûrên hişyariyê li dibistanên bajarên kantonê berdewam dike, bi armanca hişyariya xwendekaran li ser trafîkê.