D çarçoveya xebata beşdarbûnê ji bo baştirkirina paqijiya giştî û zêdekirina beşdariya civakê di parastina jîngehê de, îro li bajarê Hesekê yê Kantona Cezîrê kampanyayek jîngehê bi dirûşmeya “0 Bermayî” dest pê kir. Kampane dê sê rojan bidome.
Armanc kampanê ku hişmendiya jîngehê di nav niştecihan de zêde bike û wan bi belavkirina selikên çopê û belavokên hişyariyê teşwîq bike ku taxên xwe paqij bihêlin.
Kampane ji Qada Sênalko dest pê kir û bi beşdariya xwebexşên ji Rêveberiya Jîngehê û serokên komînan, bi hevkariya Rêveberiya Jîngehê, Şaredariya Hesekê û Heyva Sor a Kurd, ber bi baregeha Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Kelasa ve çû.
Di dema kampanyayê de, 620 selikên çopê li niştecih û xwediyên firoşgehan hatin belavkirin.
Selik li du cureyan hatin dabeşkirin:
1- Bermayiyên şil: wek bermayiyên xwarinê, sebze, fêkî, qalikên hêkan û çay û qehweya hûrkirî.
2- Bermayiyên hişk: wek kaxez, karton, konteynerên plastîk û cam.





