7emîn Festîvala Şehîd Ronahî ya Dîlanên Gelêrî li Gulîstana Azadî ya li bajarê Qamişlo bi dawî bû. Komîteya amadekar di roja sêyemîn û ya dawîn a festîvalê de hemû tîmên beşdar bi kartên spasdariyê xelat kirin.
Di roja dawî de komên mûzîkê yên Kurdî ji Kocerat, Hesekê, Efrîn, Amûdê û Qamişlo, komên mûzîkê yên Ereb ji Reqa û Tebqayê û her wiha komeke mûzîkê ya Suryanî performansên xwe pêşkêş kirin.
Gelek temaşevan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, mêvanên ji Başûrê Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn.
Komên ku di roja dawî de beşdar bûn ev bûn:
Şehîdên Qereçoxê (Koçerat)
El-Cerniye (Tabqa)
Şehîd Tolhildan (Hesekê)
Hunerên Gel (Reqa)
Şehîd Welat (Qamişlo)
Şehîd Mizgîn (Amûdê)
Yarsûsa Suryanî
Vegera Efrînê
Koma gel parêz ya Dihokê
Van koman performansên ku dewlemendî û cihê rengiya folklorê li bakûr û rojhilatê Sûriyeyê temsîl dikirin, bi beşdariya pêkhateyên herêmê yên wekî Kurd, Ereb, Suryanî-Aşûrî, Ermenî û Şerkes pêşkêş kirin.
Di dawiya pêşandanê de, komîteya amadekar teqdîra malbata şehîd Ronahî kir, û festîval bi beşa stranbêjiyê ya hunermend Rêzan Bekir bi dawî bû, ku bi rêya dîlanê atmosfereke girtinê geş kir.