Di bin çavdêriya Desteya Çandê ya Kantona Cezîrê û bi hevkariya Saziya Sûper Aktîvîtî a Artîmetîka hizrî, şahiyek ji bo xelatkirina zarokên ku di pêşbirka navneteweyî ya artîmetîka hizrî de bi ser ketin, li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Şahî bi xulekek bê dengiyê ji bo rêzgirtina giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştre çend axaftinên fermî hatin kirin. Mamoste Ebdul Mecîd Xelef li ser navê Desteya Çandê gotarek pêşkêş kir, piştre Rêvebera Saziyê bijîşk Semîra Zên, û piştre jî perwerdekar Dinya Mehmûd gotarek pêşkêş kir.
Şahî beşên hunerî dihewîne, ku ji hêla koma zarokan “Şehîda Sema” ya ji Dirbêsiyê ve hatin pêşkêş kirin, ku bi beşek stranbêjiyê temaşevanan kêfxweş kirin. Dibistana şanoyê her wiha şanoyek perwerdehî bi navê: “Parêzvanê Derewîn” pêşkêş kir.
Şahî bi pêşkêşkirina spasî û belavkirina xelatan li hemû zarokên beşdar, pîrozkirina serkeftinên wan û teşwîqkirina jêhatiyên wan bi dawî bû.