Festîvala zarokan a 10 emîn ku li bajarê Hesekê yê Kantona Cezîrê du rojan bi beşdarbûna 22 komên hunerî ji herêmên cuda yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê berdewam kir, bi dawî bû.
Fsetîval di bin dirûşmeya “Hunerê zarokan sembola Azadî û Afrînerî” di 7 Îlonê de dest pê kir bi armanca piştgiriya jêhatiyên zarokan û ronîkirina çandên gelên cihê reng ên herêmê. Her wiha Zarok ji Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Berak û Şedadê beşdar bûn û performansên hunerî pêşkêş kirin ku atmosfera şahî û zindîtiyê zêde kir.
Hejmarek nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên çandî û civakî yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, li gel malbatên zarokan, li festîvalê amade bûn.
Tîman performansên şanoyî û mûzîkî, û her weha dîlanên folklorîk ên ku çandên cihêreng ên herêmê temsîl dikirin pêşkêş kirin.
Çalakî bi xelatkirina tîmên beşdar ji bo jêhatîbûn û afirîneriya zarokan bi dawî bû.