Festîvala zarokan a 10emîn ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr ve bi dirûşmeya “Hunerê Zarokan: Sembola Azadî û Afirînerî” hate rêxistin, îro roja Yekşemê li bajarê Hesekê dest pê kir.
Zêdetirî 22 komên hunerî ji bajar û bajarokên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî festîvalê bûn, performansên şanoyî, stran û govendên folklorîk pêşkêş kirin ku çandên civakên herêmî temsîl dikirin. Festîvalê zarok, malbatên wan û nûnerên civaka çandî û hunerî anî cem hev.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin ku bandora şer li ser zarokan destnîşan kirin, girîngiya hunerê wekî amûrek berxwedanê û amûrek ji bo temsîlkirina azadiya zarokan û xurtkirina nasnameya wan a çandî tekez kirin.
Biryare festîval dê du rojan bidome. Ev çalakiya salane platformek peyda dike da ku jêhatiyên zarokan werin nîşandan û nirxên pir rengî û jiyana hevbeş werin çandin.