Şaredariyên Gel li herêma Cezîrê ji bo baştirkirina binesaziyê û dabînkirina xizmetên bingehîn ji gelên deverên cûda re, pêkanîna hejmarek projeyên xizmetiyê didomînin
Dirbêsiyê:
Piştî ku gelê taxên rojhilat bi pirsgirêka dabînkirina avê re rû bi rû man, şaredariya gel a bajarê Dirbêsiyê projeyek ji bo dirêjkirina boriyek nû ya avê dest pê kir. Û piştrast kir ev proje beşek ji plana wê ye ji bo baştirkirina tora avê û dabînkirina ava birêkûpêk ji bo hemî malan e, û xebat dê berdewam bike heta ev yek pêk were.
Til Koçer:
Di bin çavdêriya serokatiya hevbeş a Şaredariya Gel a Til Koçer de, komîteyek ji bo nirxandina projeya Gundê Ednan û misogerkirina lihevhatina wê bi taybetmendiyên teknîkî re hate damezrandin.
Bi amadebûna nûnerên Gerenîndeya Avê û karmendên ofîsa teknîkî ya şaredariy.Toreke avê ya yekgirtî bi dirêjahiya 1000m, li ser sê rêyan hate belavkirin.
Girgê Legê- paqijkirina karîzan
Piştî ku Şaredariya Gel a Girgê Legê gilî li ser girtina karîzên li gundê Dogirga di riya malapêra xwe ya fermî de wergirt, tavilê bi Şaredariya Mustafawiye re ji bo çareserkirina pirsgirêkê hevahengî kir. Tîmek paqijiyê çû cihê bûyerê, xêz paqij kir ji bo dabînkirina herikînê bi awayekî baş.
Girgê Legê- Temîzkirina Avê:
Gerenîndeya Avê ya Şaredariya Gel a Girgê Legê amûrên temîzkirina tora avê bi karanîna klorê saz dike.
Proje bîrên avê yên hejmar 7, 9, 12 û 13 dihewîne, bi armanca baştirkirina kalîteya avê û misogerkirina ewlehiya wê ji bo bi karanîna navmalî.






