Di bin çavdêriya Desteya Çandê ya Kantona Cezîrê de, îro qonaxa sêyemîn û ya dawî ji pêşbirka “Nivîskarê Zarokan ê pêşerojê” ku di bin dirûşmeya “şitlê îro, dara sibê” hate lidarxistin.
Sed xwendekar ji pêkhateyên cûda beşdarî pêşbirkê bûn:
68 xwendekarên Kurd, 32 xwendekarên Ereb û 3 xwendekarên ji pêkhateyên Suryanî.
Armanca vê pêşbirkê ew e ku evîna nivîsandin û afirîneriyê di zarokan de biçîne, wan teşwîq bike ku ramanên xwe bi zimanên xwe yên zikmakî diyar bikin, bi vî awayî beşdarî pêşxistina jêhatîyên wan ên wêjeyî û baştirkirina kesayetiyên wan bi awayekî xweş û hêsan bibe.